Sah Abdullah: Rêya xweparastina ji Îranê, avakirina NATOya Rojhilata Navîn e

26 June 2022 12:05 0 dîtin
Sah Abdullah: Rêya xweparastina ji Îranê, avakirina NATOya Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd – Şahê Urdinê Abdullahê duyem di hevpeyvîneke ligel CNBC ya Amerîkî de got, ew pêşewazîyê li projeya Amerîka ya avakirina hevpeymaniyeke leşkerî ya wek “NATO” li Rojhilata Navîn dikin.

Şahê Abdullah daye xuyakirin, tevî pêşewazîkirin li vê perojeyê ew hêvîdar e ew proje bibe sedema avabûna “NATO”ya Rojhilata Navîn û rê li destwerdan û êrîşên rejîma Îranê bê girtin û bibe sedema aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, meha borî endamên du partiyên “Demokrat û Komarîxwaz” ên Kongre û Senatoya Amerîkayê projeyek pêşkêş kiribûn ku armanca wê projeyê, bihevregirêdana sîstemên berevaniya asmanî ya welatên Rojhilata Navîn û Îsraîlê ye ku li hember gefên atomî û moşekî yên Îranê rawestin.