Wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla el-Mengus û yê Îranê Abdullahiyan hevdîtin kirin

25 July 2023 23:41 0 dîtin
Wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla el-Mengus û yê Îranê Abdullahiyan hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla el-Menguş bi seredaneka fermî giha payîtexta Îranê Tehranê û ji terefê wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan de bi merasim hat pêşwazîkirin.

Her dû wezîr li ser têkiliyên duqolî yên her dû dewletan axifîn. Her dû wezîr li hev kirin ku di sehayên cuda de bi hev re hevkariyê bikin. Piştî civîna heyetên her dû welatan, Abdullahiyan û Menguş ji bo çapemeniyê ragihandin ku li ser mijarên duqolî û herêmê axifîne.

Îran dixwaze li Lîbyayê ji bo avakirina welat destekê bide Lîbyayê û parekî Îranê di bazara Lîbyayê de hebe.