Wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan çû Pakistanê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan piştî gengeşiyên navbera Îranê û Pakistanê çû Pakistanê.
Îran bi fuze û İHAyan êrîş biribû ser rêxistina Ceyşu'l Adl ê ku baregeha wan li Pakistanê ye. Li ser bûyerê navbera Îran û Pakistanê nexweş bûbû.
Abdullahiyan, wê li ser mijarê û hem ewlehî û mijarên bazirganiyê li Pakistanê hevdîtinan bike. Huseyin Emir Abdullahiyan, li ser dawetê dê bi wezîrê karên derve yê Pakistanê Celîl Abbas Jilani re hevdîtin bike. Di peyde wê bi serokwezîrê Pakistanê Enwer el Heq re hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin