Wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan di 17 ê mehê de bi fermî seredana Tirkiyê dike. Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi nivîskî mijarê weha ragihand:
“Wezîrê karên derve yê Îslama Komari yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan di 17 ê mehê de wê seredana welatê me bike. Wê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu pê re hevdîtinan bike, di babetan de têkiliyên duqolî, yên herêmî û yên navdewletî hene.”
Abdullahiyan çend roj berê seredana Şamê kiribû, bi Beşer Esed re hevdîtin kiribû her weha bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re bi Mikdat re hevdîtinan kiribû. Abdullahiyan ragihandibû; eger pêwesit be dikare di navbera Şam û Ankara de navbeynkariyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin