Ji Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê hemleya NATOya Rojhilata Navîn!
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz, di axaftineke bo parlamentarên Îsraîlê de, got ku bi saya ‘Hevpeymaniya Rojhilata Navîn a Berevaniya Asmanî’ ku tê wateya rêxistineke wekî NATOyê, rê li ber êrîşên Îranê girtine.
Gantz bêyî ku navê welatên endamên ‘Hevpeymaniya Rojhilata Navîn a Berevaniya Asmanî’ bide da xuyakirin, "Ji sala borî ve bi şirîkên xwe yên li Pentagon û rêveberiya Amerîkayê, xebata bihêzkirina hevkariya ligel welatên herêmê dimeşînim.”
Herwiha Gantz bal kişand ser serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a nava vê mehê ku tê çaverêkirin û got, "Hêvîdarim ku wê bi vê serdana girîng a Serok Biden re, em ê gaveke pêşdetir bo hevkariya herêmê bavêjin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden 13ê Tîrmehê derdikeve geşta xwe ya Rojhilata Navîn û piştî serdana Îsraîlê derbasî Erebistana Siûdî dibe û ligel serokên welatên Erebî dicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin