Ji Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê daxuyaniye hevbes...
PeyamaKurd - Amerîka û Îsraîlê li ser hewlên Îranê yên bidestxistina çekên atomî daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ragihand, ew rê nadin Îran çekên atomî bi dest bîne.
Şêwirmendê Ewlehiya Koşka Spî Jake Sullivan û Şêwirmendê Ewlehiya Îsraîlê Zachi Hangbi, piştî hevdîtina li Washingtonê, daxuyaniyeke hevpar belav kirin û ragihandin ku ew dê rê nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî û hevahengiya navbera Amerîka û Îsraîlê xurtir bikin.
Nûnerên Amerîka û Îsraîlê, di hevdîtinê de fikarên li ser bernameya nukleerî ya Îranê û meyandina ûranyûmê bi rêjeya 83.7%ê anîn ziman ku heger Îran meyandina ûranyûmê bigihîne rêjeya 90% dikare çekên atomî berhem bîne.
Li gorî rapor û daxuyaniyên çend rojên dawî yên rêveberiya Amerîkayê yên piştî daxuyaniya Ajansa Atomî ya Navdewletî, Îran di 12 rojan de dikare alavên hewce ji bo berhemanîna çeka atomî dabîn bike û di mehekê de zêdetirî 4 bombeyên atomî berhem bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin