McKenzie: Em ji Iraqê venakisin, du erkên me li Rojhilata Navîn hene…

08 October 2020 19:40 0 dîtin
McKenzie: Em ji Iraqê venakisin, du erkên me li Rojhilata Navîn hene…

PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth Mackenzie ragihand, ew bi sedema metirsiya Îranê û hebûna terorê hêzên xwe ji Iraqê venakişînin.

Kenneth Mackenzie got, hin kes hewl didin hêzên Amerîkî neçarî vekişîna ji herêmê bikin û wiha pê de çû: “Em ji Iraqê venakişin, ji ber ku em pabendî erka xwe ya parastinê ne.”

Kenneth Mackenzie da zanîn ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê, hevalbendên wan ên girîng hene û destnîşan kir ku 2 berjewendiyên Amerîkayê li herêmê hene; Yek ji wan têkbirina gefa terorê, ya din jî parastina tevgera petrolê ya cîhanî li Rojhilata Navîn e, ji ber ku ji bo aboriya navneteweyî girîng e.