Tirkiye: Hejmarek gumanbarên êrîsên ser Cemxaneyan hatin desteserkirin

01 August 2022 18:36 0 dîtin
Tirkiye: Hejmarek gumanbarên êrîsên ser Cemxaneyan hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Êvara  Şemiyê  30yê Tîrmehê di roja yekem a Rojiya Muharemê de, cemxane û komeleyên Elewîyan li paytexta Tirkiye Enqerê rastî êrîşan hatibûn. Di dema wan êrîşên ku Elewî li ser îbadeta xwe bûn de, 2 kes birîndar bûbûn.

Piştî wan êrîşan ev çend roj in Cemxane û dezgehên Elewîyan bertekê nîşan didin û wekî karekî plankirinî nîşan didin û dixwazin êrîşkar werin girtin û cezakirin.

Derbarê bûyeran de, îro 1ê Tebaxê Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu têkildarî ragihand, wan çend kesên din ên gumanbar desteser kirine û wiha axivî: “Hemû zanyariyên hatine bidestxistin ji bo dadê hatine şandin û ev provakasyona plankirî ku yekîtiya me armanc kiriye dê bi awayekî herî giran bê cezakirin.”

Herwiha Soylu diyar kiriye ku ew bi xûyeke kevin ya Tirkiyê re rûbirû mane lê ev provakasyona plankirî veşartî nemaye û kesên êrîşkar hatine desteserkirin.