Wê hejmarek girtiyên Fîlîstînî bo Tirkiye û Qeterê bên sandin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya agirbesta Xezeyê de, Qetar û Tirkiyeyê peymanek li ser berdana girtiyên Fîlîstînî û hatina welatên wan pejirandine ku ev biryar di çarçoveya hevdîtinên navbera Hemas û Îsraîlê de hatiye wergirtin.
Weşana Îsraîlî Times of Israel ragihandiye, Misir wê bi awayê demkî malevaniyê ji girtiyên ku ji aliyê Îsraîlê ve di çarçoveya agirbestê de têne berdan bike.
Hate diyarkirin ku Tirkiye wê qasî 15 girtiyên Fîlîstînî qebûl bike, Qetar jî wê berpirsyariya yên mayî bigire ser xwe. Herwiha hate gotin ku mizakere dewam dikin û dibe hin welatên din jî malevaniyê ji van girtiyan re bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê ji bo girtiyên Fîlîstînî yên ji ber kuştinkariyê hikum xwarine, li Xeze yan jî Şerîayê bernede û daxwaz kir ku ev girtî transferî welatên cuda bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin