Qeterê, ji bo Tirkiye û Suriyeyê, alîkarî sandin
PeyamaKurd- Ji aliyê Rêxistina Alîkariyê ya Qeterê ya Qatar Charity ve hat ragihandin ku piştî erdhejên li Mereşê, zêdetirî 43 ton pakêtên alîkariyê ku di nav wan de stargeh, xurek û tiştên paqijiya takekesî jî hene, şandin Tirkiye û Suriyeyê.
Piştî erdhejên ku li Mereşê çêbû û bû sedema bandora rûxandinên li 10 bajarên bakur û bajarên Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê yên Suriyeyê hatin hîskirin, peyamên piştgirî û alîkariyê yên cîhanê, ji bo Tirkiye û Suriyeyê dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Rêxistina Alîkariyê ya Qeterê ya Qatar Charity, ji bo Tirkiye û Suriyeyê pakêteke alîkariyê ya ji 43 tonan zêdetir ku di nav de stargeh, xurek û tiştên paqijiya kesane tê de amade kir.
Rêxistina Xêrxwaziya Qeterê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku malzemeyên alîkariyê yên Kargoya Tirkiyeyê ya ku bi balafiran tên veguhestin, gihîştine Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku alavên alîkariyê dê di ser Tirkiyeyê re derbasî Suriyeyê bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin