Li Farqînê ji heman malê 4 kes fetisîn
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Farqînê jinekî bi xuşka xwe û bi du keçên xwe ve di gola bendavê (baraj) de fetisîn. Ji navçeya Batmanê ji Hezzoyê malbat diçe seredana gundê Bêzwanê yê ser bi Farqînê ve.
Hediye (40), keça wê Ayşenûr (12) û Şewal Nîsa Karabulut (9) û xuşka wê Hewwa Kaya (35), bo firaqan bişon diçin kenarê barajê. Keça wê dişemite û dikeve avê. Diya wê dixwaze wê rizgar bike û bi xuşka xwe ve dikeve avê da sebiyê rizgar bike. Bi vî awayî her çar jî dikevin nava avê. Li ser giliyê eqrebayan agahî didin telefona 112 bo tenduristiya lezgîn û tîmên rizgarkirinê.
Piştî gera li wan ya di nava avê de, her çar kes jî fetisî derxistin bejayiyê. Cenazê her 4 kesan bo otopsiyê şandin nexweşxaneya dewletê ya Farqînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin