Serokwezîrê berê yê Pakistanê hate girtin
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan bi hinceta ku gendelî kiriye, derket pêşberî dadgehê bi biryara dadgehê hate paytext Îslamabadê hate binçavkirin.
Îmran Xan, ji bo beşdarî rûniştina dadgehê bibe, ji Lahorê derbasî Îslamabadê bûbû û îro derketibû pêşberî dadgehê.
Hate ragihandin ku serokê Partiya Daweriyê û serokwezîrê berê Îmran Xan, piştî ku derketiye pêşberî dadgehê ji aliyê hêzên paramilîter ve hatiye girtin.
Parêzerên Îmran Xan girtina wî piştrast kirin ku li ser wî zêdetirî 90 dozên girtîgehê hatibûn vekirin, lê nehatiye zanîn bê ji ber kîjan dozê hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin