Hevserokê HDPê Mithat Sancar bersiva Meral Aksener da
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di civîna koma partiya xwe ya parlamenê de bersiva gotinên Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener da.
Akşener li ser serdana xwe ya Sêrtê ku welatiyekî Kurd jê re gotibû ‘Ev der Kurdistan e’ îro li parlamenê nirxandin kiribûn û gotibû; “Ew xebatkarekî HDPê bû. Em ji xwe HDPê li kêleka PKKê dibînin. Divê HDP xwe ji PKKê dûr bixe”.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar di bersiva xwe de got: “Desthilat bê çiqasî şepirze ye kesên bi zimanê desthilatê êrîşî HDPê dikin jî hewqasî şepirze ne. Heger hûnê derewan bikin bila bi awayekî bin yên beramberî we jî bawer bikin. Gotinên HDP li vê derê ye, li vir cih digire têne wateya ti gotinên bêne kirin nemane, nerazîbûn û rexne nehatine qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin