Hevserokê HDPê Mithat Sancar bi Serokê Gistî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re civiya
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar bi Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re civiya.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Îro înê 5ê Sibata 2021ê, serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û piştî civînê di konferanseke hevbeş a çapemeniyê de daxuyaniyek da.
Mithat Sancar di daxuyaniyê de da zanîn: “Em bawer nakin ku desthilat yasayeke nû ya demokratîk pêk bîne. Em ditirsin ku deshilat ji yasaya heyî xiraptir yaseyekê pêk bîne.”
Herwiha Sancar diyar kir: “Ji bo me mijara sereke aştiya civakî ye.”
Hevserokê HDPê destnîşan kir: “Me ligel Serokê CHPê yasaya nû, kêşeyên heyî yên Tirkiyê û karîgerkirina demokrasiyê nirxand.”
Herî dawî Mithat Sancar got: “Di rojeva me de tifaqên hilbijartinan tine ye, em tifaqa demokrasiyê dinirxînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin