PDK û Koma Dadgerî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi şandeke bilind serdana Komela Dadgerî li Hewlêrê kir û herdu aliyan hilbijartin û geşedanên dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Endamê Encûmena Siyasî ya Komela Dadgerî ya Kurdistanê Ebdusetar Mecîd, piştî civîna ligel PDKê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Em ne ligel paşxistina hilbijartinan in” û got: “PDK û aliyên din jî ligel mijara çarbazneyî ne di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, derbarê tomara dengderan de jî, li gor me ewê Iraqê bibe bingeh.”
Mecîd bibîr xist, mijara pêkhateyan hîn nehatiye yekalîkirin, ew ligel wê yekê ne ku pêkhate têkelî milmilaniya siyasî neyên kirin.
Li ser pêwendiyên navbera PDK û Komela Dadgerî, Ebdusetar Mecîd da zanîn, ew partiyeke opozîsyonê ne, mafê wan heye ku opozîsyonbûna xwe pêk bînin, dibe pêwendiyên navbera PDK û Komel di asteke baştir de be û werin asayîkirin.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed jî got, civînên wan erênî ne û li ser hejmarek mijaran gotûbêj hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin