Ehud Barak: Eger hukumeta Netenyahu biguhire, dibe serê li Xezzayê biqede
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Barak li ser şerê Îsraîlê û Hamasê şiroveyan kir û got:
“Eger hukumeta Netenyahu biguhire dibe ku li Xezzayê şer biqede. Pêdiviya Îsraîlê bi cesaret, zanîn û qebûlkirina xetayên xwe heye. Divê em bi rastiyan re rû bi rû bibin. Xwe nexin pişt sloganan.”
Barak di malpera înternetê ya televizyona Kanal 12e de şiroveya xwe kir û got ku hukumeta Netenyahu ji 7ê Cotmehê heya niha li Xezzayê şer dike û piştî 9 mehan Îsraîl gihaye dewreyekî krîtîk. Dibe bi serkeftin ji nav mijarê derên û divê wisa be. Barak weha dewam kir:
“Pêwsite hukumet û yê serê pîramîdê (Netenyahu) biguhêrin. Tekane rêya qezenckirina Îsraîlê ew e ku her tiştî ji nûh de ava bikin.”
Barak ragihand ku divê dîlên Îsraîlî yên li Xezzayê serbest berdin, yekser dest bi muzakereyan bikin û heya karibin peymana herî baş çêbikin. Di encamê de Barak got:
“Ji bo şiyanên leşkerî û kapasîta leşkerî ya Hamasê ji ortê rakin, gelek wext lazim e. Kesên biryarên stratejîk nestîne, nikare şer biqedîne û di wexta dirêj de, dê têk here.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin