Hamas: “Eger êrîsên ser Serîda Xezzayê nesekinînin em agirbesê qebûl nakin”

04 May 2024 23:45 0 dîtin
Hamas: “Eger êrîsên ser Serîda Xezzayê nesekinînin em agirbesê qebûl nakin”

PeyamaKurd – Hamas îro ji bo hevdîtinên agirbesê heyetekî şand Qahîre ya Misrê. Hevdîtin dewam dikin lê rêvebirê Hamasê ragihand ku agirbesa rawestandina êrîşên ser Şerîda Xezzayê tê de tinebe, wê agirbesê qebûl nekin.

Li aliyê dinê hat gotin ku Amerîka zorê dide ser dewleta Qatarê eger Hamas vê carê agirbesê qebûl neke, divê Qatar Hamasê ji welatê xwe derxe.

Qatar dewletekî ji wan dewletaye ku Hamasê dihewîne û ji bo peymana navbera Hamasê û Îsraîlê navbeynkare. Li gor rojnama Washington Postê; rêvebirekî Amerîkayê xeberê piştrast kiriye ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken di meha borî de ji serokwezîrê Qatarê re ji Muhammed Al-Thani re gotiye eger Hamas peymana rehineyan red bike, divê serokê wê derxin derveyê Qatarê.

Rojnama Îsraîlê Times Of İsrael jî di xebera xwe de dibêje:

“Qatar, xwe ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ku ‘Hamas agirbesê qebûl neke, Hamasê derxin derveyê Qatarê’ xwe amade dike. Dibe ku di wexteka nêz de ev bibe.”

Amerîka Hamasê bi redkirina teklîfa agirbesê tewanbar dike. Divê Hamas ji bo agirbesekî 6 hefteyan, esîrên Îsraîlê serbest berde û Amerîka dibêje Hamas vê daxwazê qebûl nake û li ber agirbesê astenge.

Tê gotin ku Hamas eger terka Qatarê bike ji xwe re du welatan bijartiye ku yek ji wan Ummane. Qatar ji sala 2012an heya niha mazûrvaniya polîtburoya Hamasê dike.