Îsraîl dixwaze li Serîda Xezzayê 10 hezar kon vegire
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl berya hereketa bejayiyê ya ser bajarê Rafahê, di derveyê bajarê Refahê de wê 10 hezar konan vegire. Ragihandin ji terefê televizyona KANê de hat kirin ku Îsraîl dixwaze di nav 2 hefteyan de konan vegire.
Li gor xeberê; wê Îsraîl li dora 30 hezar konên din jî bikire û niha pêvajoya kirîna konan dewam dike. Dê ev 30 hezar jî paşî li deverê bên vegirtin.
Li gor vê xeberê; wisa xwuya dike ku wê tehliya Fîlîstîniyan di bajarê Rafahê zêde dirêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin