Îsraîl li Serîda Xezzayê li dibistana Neteweyên Yekgirtî xist: 16 kustî

06 July 2024 23:04 0 dîtin
Îsraîl li Serîda Xezzayê li dibistana Neteweyên Yekgirtî xist: 16 kustî

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê li kampa penaberan ya bi navê Nuseyratê xist. Di kampê de dibistana aîdê Neteweyên Yekgirtî ya Ajansa alîkariya penaberên Fîlîstînê heye û Îsraîlê li dibistanê xist. Di encamê de 16 Fîlîstînî hatin kuştin.

Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku di dibistana bi navê al Jaouni de, bi sedan Fîlîstînî hene, ji wan 16 kes mirine û 50 sîvîl birîndar bûne.