Îsraîlê li jîngehên Serîda Xezzayê xist: 19 kustî

09 November 2023 00:15 0 dîtin
Îsraîlê li jîngehên Serîda Xezzayê xist: 19 kustî

PeyamaKurd – Hêzên Îsraîlê li Şerîda Xezzayê li jîngehan xist û 19 kesan kuşt. Ciyê ku Îsraîlê êrîş bire ser, li orta Şerîda Xezzayê li kampa Filistîniyên ku ji ser warên xwe rabûne, li Deir el-Balahê li nêzî kampa Bureijê ye.

Di êrîşê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di bin enqazan de jî gelek kes mane. Li aliyê dinê li Deir el-Balahê Îsraîlê êrîşê malekî kir û di encamê de 4 Fîlîstînî di malê de hatin kuştin. Tîmên rizgarkirinê dixebitin da xelkê ji bin enqazan derxin û birîndaran jî birin nexweşxana ‘Şehîdên Aqsayê’ ya li Deir el-Balahê.