Li Serîda Xezzayê li Xan Yûnisê asîkirina ‘sel a zarokan’ destpêkir

31 August 2024 20:11 0 dîtin
Li Serîda Xezzayê li Xan Yûnisê asîkirina ‘sel a zarokan’ destpêkir

PeyamaKurd - Li Şerîda Xezzayê li Xan Yûnisê aşîkirina (deqandina) ‘şel a zarokan’ destpêkir. Zarokên temenê wan di bin 10 salî de ne, aşî dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzayê, WHO, UNICEF û UNRWA wê kirina aşiyan heya 12ê êlûnê dewam bikin.

Bi ragihandina mijarê re, nexweşxana Nasır ya li Xan Yûnisê dest bi aşîkirinê (deqandinê) kir. Serokê komîta teknîkî ya kampanya aşiyê Mecdi Zuheyr di civîna çapemeniyê de got:

“Me li hemberê ‘şela zarokan’ kampanyayê destpêkir. Di deqandinê de ji bakûr heya başûr li Şerîda Xezayê em ê zarokê temamê bajaran %90ê wan aşî bikin.”