WHO: Ji bo asîkirina (deqandina) sela zarokan wê li Xezzayê navber bidin ser

29 August 2024 21:40 0 dîtin
WHO: Ji bo asîkirina (deqandina) sela zarokan wê li Xezzayê navber bidin ser

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji bo aşîkirina (deqandina) şela zarokan wê li Xezzayê navber bidin şer. Tê plankirin ku aşiya şela zarokan roja Yekşembê (Ladê) destpêbike.

Nûnerê WHOyê yê Şerîa Rojava û Xezayê Rik Peeperkorn di daxwuyaniya xwe de got ku Îsraîl û Hamas ji bo deqandina zarokan ya şela zarokan li sê ciyên cuda, her yek 3 roj wê ji bo zarokan dê şer rawestînin. Peeperkorn weha dewam kir:
“Di çarçova kampanya aşîkirina zarokan de, li navenda Şerîda Xezzayê, li başûr û bakûr her yek sê roj wê şer rawestînin. Weka me li hev kiriye di 1ê Êlûnê de li navenda Xezayê wê 3 roj dewam bike. Eger pêdivî hebe wê karibin rojekî wext zêde bikin.”

Yekîneya Koordînasyona Tevgeran ya li ser axa Fîlîstînê ya bi ser artêşa Îsraîlê (COGAT) ragihand ku wê deqandina an ku aşîkairina zarokan bi artêşa Îsraîlê re bi hevkarî bêkirin.