Îsraîlê li Serîa Rojava bi dronê li erebeyekî xist: 2 kes mirin
PeyamaKurd - Îsraîlê li Şerîa Rojava li bajarê Cenînê li Meydana Battihayê, bi dronê li erebeyekî xist û 2 kesên Fîlîstînî yên di erebê de bûn, mirin.
Cenazên her dû kesan birin nexweşxana Cenînê. Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê bûyerê piştrast kir. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku artêşa Îsraîlê, li Cenînê êrîşê biriye ser hucra terorê.
Artêşa Îsraîlê, di ser hesabê xwe yê Xê de bûyerê weha belav kir:
“Li Cenînê li erebeyekî ku tê de 4 kesên çekdar hebûn, me lê xist.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin