Îsraîlê bi balafira bêmirov êrîs bir ser Serîa Rojava: 3 kustî

22 June 2023 00:38 0 dîtin
Îsraîlê bi balafira bêmirov êrîs bir ser Serîa Rojava: 3 kustî

PeyamaKurd – Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) li herêma Şerîa Rojava ya Fîlîstînê, jê 20 km dûr, bi balafira bêmirov êrîşê bir ser erebeyekî û di encamê de 3 Fîlîstîniyên di erebê de bûn, can dan. Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê; di pey êrîşê de hêzên Îsraîlê karibûne her sê cesedan bixin destê xwe û di erebê de 3 sîlihan dîtine.

IDF û îstîxbarata karên hundir yê Îsraîlê Şin Bet bi hevkarî daxwuyanî dan û gotin ku kesên di êrîşê de mirine ew kesin ku li bajarê Cenînê li bakûrê bajêr bi çekan li noqta kontrolê ya Jalamehê xistine û berpirsên di demên dawiyê de li bakûrê Şerîa Rojava êrîşên çekdarî dikin.

Hêzên Îsraîlê di 19 ê Hezîranê de êrîş biribûn ser kampa penaberan ya Cenînê û di êrîşê de 5 Fîlîstînî miribûn û 91 kes birîndar bûbûn.