Amerîkayê daxwaz kir hevdîtinên Afganistan-Talîbanê li Tirkiyê bên kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê ji ber nediyarbûna encamên hevdîtinên navbera hikûmeta Afgan û Tevgera Talîbanê yên li Doha ya Qeterê, bi nameyekê daxwaz ew hevdîtinên aştiyê li Tirkiyê bên kirin.
Di hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Afganistan û Tevgera Talîbanê de ku 6ê Çileyê dest pê kiribûn û heta niha 4 civîn pêk hatine, ti encamek derneketiye.
Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, derbarê hevdîtinan de ji Serokomarê Afganistanê Eşref Xenî Ahmedzay re nameyek şand û tê de xwest, ew dê daxwazê bikin hevdîtin li Tirkiyê bêne kirin.
Nameya ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken nivîsandiye ji aliyê ajansa resmî ya Afganistanê Tolo ve hatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin