Hevdîtinên Amerîkayê û Talîbanê car din destpêkirin
PeyamaKurd-Hevditinên di navbera Amerîkayê û Talîban a Afxanistanê de, 3 mehe ku hatibûn birîn lê car din hevdîtinên her dû aliyan li welatê Qatarê, li payîtext Dohayê destpêkirin.
Eger hevdîtin bi lihevkirinê encam bidin, wê şerê 40 salî i dawî bibe. Di hedefê de heye ku temamê leşkerên Amerîkayê ji Afxansitanê vekişin û di navbera Kabîlê û Talîbanê de raste rast têkilî bên danîn. Rêvebirekî Amerîkî mijarê weha ragihandiye:
“Amerîka car din tevlî hevdîtinên Dohayê bû. Di hedefa hevdîtinê de muzakereyên bi hukumeta Afxanistanê re û kêmkirina şiddetê bo amadekariya agirbesê heye.”
Tora dîplomasiyê ji aliyê temsîlkarê Amerîkayê Zalmay Xelîlzad ve tekirin. Serokê Amerîkayê Trump jî hefteya borî bi seredaneka surprîz çûbû Afxanistanê baregeha leşkerî û gotibû dixwaze peymanekî çêbike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin