Hevdîtinên navbera Afxanistanê û Talîbanê car din destpêkirin

17 July 2021 19:11 0 dîtin
Hevdîtinên navbera Afxanistanê û Talîbanê car din destpêkirin

PeyamaKurd – Piştî Amerîka ji Afxansitanê dest bi vekişandina hêzên xwe kir, di navbera artêşa Afxanistanê û Talîbanê de şer geştir bû. Hevdîtinên bo lihevkirinê, di navbera her dû terefan de ku sala borî li Dohayê li payîtexta Qatarê dihatin kirin, bi dawî bûbûn, car din weka dewama wan hevdîtinên sala borî li Dohayê destpêkirin.

Bi vekişîna hêzên Amerîka û NATO yê, ji Afxanistanê şerê her dû terefan zêde germ bû û Talîban li Afxanistanê gelek ciyan xiste destê xwe. Serokê Konseya Bilind ya Lihevkirina Netewî ya Afxanistanê Abdullah Abdullah di destpêka muzakereyan de di axaftina xwe de got:

"Bi îzna Xwedê, hêviya me ew e ku ev civîn bo aştî û aramiyê encamên êrînî bi xwe re weyne û xelkê me yê bi deh salane ew çend eziyetê dibînin, êşa wan bi dawî were. Afxanî di rojên zor û zahmet de dijîn. Şer bi şiddet dewam dike û qurbanî xelkê me ye. Rehma Xwedê li şehîdên me be.

Berya em werin Dohayê, me bi kesayetiyên siyasî yên girîng re hevdîtinan kir. Peyam tenê yek bû: Şer ne dermane. Divê temamê xebatê bo dawîkirina şer be û divê herkes bo dahatûyê li ser nexşerêyeka hevpar bifikire. Em tev dizanin xelkê Afxanistanê bûye qurbana pêlên şiddetê yên bê wate. Bo haştiyê, divê her dû teref fedakariyê bikin. Şer û mercên herêmê û yên navdewletî bo aştiyê başin. Baweriya bi şer, me nagihîne ti encamê. Divê xelkê Afxanistanê xwe nûh bike, pêdivî bi têkiliyên herêmê û dinyayê heye. Derfet hene ku aramî û refahê bînin Afxanistanê. Xwîna tê rêtin xwîna afxane.”

Berdevkê Talîbanê Mûhamed Naîm berya hevdîtin destpêbikin weha got:

“Em bo diyalogê, bo muzakereyan amade ne û berya her tiştî em dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Terefê li hemberê me divê bo dawî li pirsgirêkan bîne, divê xwediyê îradeyeka rast û samîmî be.”