3 dewlet ji bo hemwelatiyên xwe hisyariya gesta li Tirkiyê dan
PeyamaKurd – Rastgirê Îsveçê yê bi navê Rasmus Paludan piştî li Îsveçê li ber sefaretxana Tirkiyê pirtûka pîroz ya alema Îslamê Quranê şewitand û li pey wî jî li Danîmarkayê heman tişt hat kirin, dewleta Almanya, Fransa û Amerîka hişyariyên xwe dan hemwelatiyên xwe da di dema li Tirkiyê bin, hezra xwe yên êrîşê terorîstî bikin.
Li Tirkiyê ji her sê welatan jî gelek hemwelatiyên wan dijîn û bi şewitandina Quranê re dibe hinek rêxistinên terorî mijarê li hemberê hemwelatiyên navborî bikarbînin an êrîşê wan bikin. Ji ber vê sedemê, her 3 dewlet ji hemwelatiyên xwe xwestin ku li ciyên qelebalix û îbadetxaneyan haya xwe li xwe bikin.
Li ser mijarê wezareta karên derve ya Almanyayê got ku hemwelatiyên wan li ciyê qelebalix nemînin û di wexta îbadetxaneyan ziyaret bikin, bila haya wan ji wan hebe.
Balyozxana Amerîkayê jî ragihand ku piştî şewitandina Quranê dibe rêxistinên terorîstî êrîşê îbadetxaneyên li Tirkiyê bikin ji ber geştiyarên wan seredana îbadetxaneyên misilmanan dikin.
Sefaretxana Fransayê jî weka yên Amerîka û Almanya nêzî wan gotinan got û divê hemwelatiyên wan bi her awayî hişyar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin