Amerîka ji bo Tirkiyê hisyariya dorpêçan da

04 February 2023 21:38 0 dîtin
Amerîka ji bo Tirkiyê hisyariya dorpêçan da

PeyamaKurd – Musteşarê wezareta xezînê ya Amerîkayê Brian Nelson ragihand ku Tirkiye dibe bi talûka dorpêçan re rû bi rû bimîne. Hem ji ber têkiliyên Tirkiyê yên bi Rûsya re, dibe nikaribe xwe bigihîne bazara welatên G7an. Nelson bi sedema seredana fermî li Ankara û Îstenbolê bi hinek ciyan re têkilî danî. Nelson di heman wextê de ji îstîxbarata malî û terorê ji ya wezareta xezînê berpirse. Brian Nelson got:

“Dezgeyên Tirkiyê û banka bi dezgeyên Rûsya re kar dikin û li ser Rûsyayê dorpêç hene. Dibe wan dezge û rêxistinên Tirkiye bikevin ber dorpêçan û bazara welatên G7an ji dest xwe berdin.”

Nelson, bi sedema rojeva ‘kontrola îxaracat û dorpêçan yên ser Rûsyayê’ bi Yekîtiya Bankayan ya Tirkiyê re civiya û got:

“Dezge û bankayên Tirkiyê dikarin ji aliyê kompleksa Rûsya ya leşkerî û endustriyê de bên bikaranîn û divê ji karên neqla teknolojiyê û teknolojiya ku dikarin dualî bikarbînin xwe dûr bikin û tedbîran bistînin. Nelson, di axaftina xwe ya Yekîtiya Bankayan de weha dewam kir:

“Olîgark û rêvebirên hukumeta Rûsyayê li Tirkiyê dikarin mulk bikirin û bifroşin, kar dikin û ji bo mulkên xwe xizmetê distînin. Ji bo talûka dorpêçan kêm bikin, weka dezgeyên fînansî ji bo we hemûyan û bi taybetî ji bo sektorên ku ji bo îstîsmarê rewşa wan dest dide, ez bang li we dikim ku bi dezge û kesên Rûsî re, karê ku hun dikin, bêhtir kotrolê bikin.

Ez dizanim Tirkiye, pêdiviya wê bi kirîna enerjiyê û berhemên çandiniyê yên ji Rûsya hene û ji bo bandora wan kêm bikin, em xebata xwe dewam dikin. Li aliyê dinê, sala borî di îxracata Tirkiyê ya ku mecbûr nîne bi Rûsya re bike, miqdarekî zêde heye û ev jî talûkeye ji bo danîna dorpêçan.

Tirkiye weka navenda bazirganiyê ya navdewletî, bi dewletên eşqiya, grûbên terorîst, sûcên organîzekirî û kesên ku ketine ser rêyên nerewa, li dora Tirkiyê hene û dezge û kesên navborî, Tirkiye bi wan re rû bi rû ye.

Em weka hukumet, tev bi hev re dixebitin da ber li tehdîdên navdewletî bigrin, hukumet nikarin li hember wan tehdîdan weka sektora taybet xwe eyar bikin. Ji ber van tiştan, ez bang li we dikim ku ji bo paraztina sîstema fînansê ya Tirkiyê û ji bo talûka îtîbara xwe ya bazirganî kêm nekin, gavên serbixwe bavêjin.”