Ji Fransayê ji bo êrîsên ser Kurdistanê hisyariya sepandina dorpêçan bo Îran û Tirkiyê
PeyamaKurd – Fransayê ji ber êrîş û destwerdanên ser axa Herêma Kurdistanê, hişyarî da Îran û Tirkiyê ku dibe dorpêç li ser wan herdu welatan bên sepandin.
Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, bertek nîşanî êrîşên asmanî yên Tirkiye û Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de da û got, dibe ku ji ber van êrîşan dorpêçan li ser Îran û Tirkiyeyê bisepînin.
Colonna, diyar kir ku wan beriya niha di vê derbarê de gav avêtine û heger pêwîst bibînin ew dê dîsa gav bavêjin.
Collona, bal kişand ser Lûtkeya Bexdayê 2 ya li Eman a Urdinê ku bi pêşengiya Fransayê hatiye lidarxistin û diyar kir ku ew bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re axivî ye û li ser êrîşên herdu welatan wiha got: "Em bi hemû aliyan re dipeyivin. Hempîşeyê min Fuad Husên dizane ku em bi rastî jî ji ber van çalakiyan gelekî bi fikar in û bi berpirsên wan re jî diaxivin. Û piştre jî heger pêwîst bike dibe ku em dorpêçan bisepînin. Me berê jî xwe ev kiribû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin