Ji Amerîka hisyariya pêwendiyên Rûsyayê û Tirkiyê

21 October 2022 21:21 0 dîtin
Ji Amerîka hisyariya pêwendiyên Rûsyayê û Tirkiyê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna rojnamevanî de, bersiv da pirsa derbarê pêwendiyên Rûsya-Tirkiyê û bicihanîna dorpêçên ji ber şerê Ukraynayê hatine sepandin.

Price got: “Me bi rêyên cuda ji bo Tirkiye nebe bendereke ewle ya hebûnên Rûsya û transfera diravan hişyar dan. Em ê di vê mijarê de hişyariyên xwe dewam bikin.^

Herwiha Price da zanîn ku şandeke wan a 3 kesî serdana Tirkiyê kiriye û daxwazên li ser bicihanîna dorpêçên ser Rûsyayê gihandine Enqerê.

Ned Price da zanîn ku li ser firotina F16an bo Tirkiyê ti pêşveçûneke nû nîne û ji bo dorpêçên ser Rûsyayê jî destnîşan kir, “Em dixwazin dorpêçên me bi cîbicîkirina hemû welatan re, bersiva pêwîst a Rûsyayê bê dayîn û ev li berjewendiya me hemûyan e.”