SANA: Amerîkayê li qada petrolê ya Rojava baregeha leskerî ava kir
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya rejîma Suriyê SANAyê nûçeyek belav kiriye ku dibêje, hêzên Amerîkayê li qada petrolê ya Omer a Dêrazorê ku di bin kontrola HSDê de ye, baregeheke leşkerî ava kir.
Li gorî nûçeya SANAyê berevajî daxuyaniyên çend roj berê yên Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) daye xuyakirin ku Amerîkayê baregeheke asmanî ji bo parastina kompaniyên Amerîkî li qada petrolê ya Dêrazorê ava kiriye.
Berdevkê Pentagonê John Kirby, çend roj berê dabû xuyakirin ku mebesteke Amerîkayê nîne ku parastina kompaniyên petrolê yên li Sûriyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin