SANA: Bi dehan TIRên Amerîkayê derbasî 'Rojava' bûn
PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Dewleta Sûriyê SANAyê ragihand ku şeva borî hejmarek barhilgirên (TIR) Amerîkayê derbasî Sûriyê bûne û ew karwan jî bi navê alîkariya Kurdan saetên şevê derbas bûye.
Li gorî SANAyê di wê karwana dawî ya Amerîkayê de ku ji dehan TIRan pêk dihat, alavên leşkerî û lojîstîkî hebûn û ji ser Herêma Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye ku dê barên xwe jî li herêma Cizîrê deynin.
Herwiha çavkaniyên herêmê ji PeyamaKurd re ragihandin ku di wan TIRan de, çek û cebilxane û alavên lojîstîkî hebûn û ji Derîyê Sêmalka derbasî Rojava bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin