Amerîkayê li Sanayê xist: 9 kustî, 9 birîndar
PeyamaKurd - Piştî fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump Amerîkayê êrîşeke berfireh li ser Hûsiyên Yemenê da destpêkirin. Li gorî zanyariyan di êrîşê de balafirên Brîtanya û Amerîkayê beşdar bûne û teqînên mezin li paytexa Yemenê çêbûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyên Yemenê ragihand ku di êrîşên Amerîka yên şevê din de, 9 kes jiyana xwe ji dest daye û 9 jî birîndar bûne.
Trump, li ser platforma xwe ya medya civakî Truth Socialê daxuyaniyek kir û got: "Îro min ferman da Artêşa Dewletên Yekbûyî ku operasyoneke leşkerî ya xurt û tund li dijî Hûsiyên li Yemenê bide destpêkirin. Wan kampanyayek bê rehm a korsan û tundiyê li dijî keştî, balafir û dronên Amerîkî meşandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin