Artêsa Ûkraynayê bi roketan li bajarê Belgorodê xist: 5 kustî û 37 birîndar
PeyamaKurd – Parêzgerê herêma Belgorodê yê bi ser Rûsyayê Vyaçeslav Gladkov, di ser kanala Telegramê de ragihand ku artêşa Ûkraynayê bi roketan li bajarê Belgorodê xistiye û di encamê de 5 kes mirine û 37 kes birîndar bûne.
Gladkov, di kanala Telegramê de got ku bi roketên pirlûle êrîş kirine, di encamê de avahiyên bilind zêde xesarê dîne û weha dewam kirriye:
“Di êrîşê de 5 kes mirin, 37 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 7 kesên mezin û 3 zarok rewşa wan xerabe. Birîndaran birin nexweşxanên Belgorodê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin