Soygû: Dê Rûsya sîstemên fuzeyên nû bipêsbixe

05 February 2019 22:32 0 dîtin
Soygû: Dê Rûsya sîstemên fuzeyên nû bipêsbixe

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ragihand ku piştî Amerîka ji peymana fuzeyên menzilnavîn (INF) vekişiya, wê du sîstemên nû yên binkeyên li erdê bipêşbixe. Şoygu şêwra xwe di civîna bi rêvebirên leşkerî yên payebilind yên Rûsya re kir bê wê çi pêngavan bavêjin.

Şoygû got ku Amerîka fuzeyan çêkiriye û ew fuzeyan ji menzîla di peymana navbera wan de, 500 km zêdetir diçin û weha dewam kir:

“Serokê Rûsyayê Valdimir Putin ferman da ku divê bersiveka sîmetrîk bo çêkirina van fuzeyan bê dayîn. Me dest bi xebata bo salên 2019-2020an kiriye û divê heya 2021an fuzeyên erdê yên menzîldirêj û hîpersonîk fuze bên temamkirin. Dirêjkirina menzîla wan bo me girîng e.”