Saredarê Kolnê: “Bo temamê xelkê Kurd azadiyê û serxwebûnê dixwazim”

22 March 2025 22:31 0 dîtin
Saredarê Kolnê: “Bo temamê xelkê Kurd azadiyê û serxwebûnê dixwazim”

PeyamaKurd – Li bajarê Almanya li Kolnê bo pîrozkirina cejna Newrozê bi deh hezarî Kurd civiyan û Newrozê pîroz kirin. Di wexta pîrozkirina Newrozê de, şaredarê bajarê Kolnê Ralph Elster sersala nû ya Newrozê pîroz kir û got:

“Bo temamê xelkê Kurd azadiyê û serxwebûnê dixwazim”

Kurd bi cil û bergên herêmên xwe tevî Newrozê bûn, ala Kurdistanê bilind kirin û 2725em sersala nû pîroz kirin.

Di dema pîrozbahiyê de şaredarê Kolnê Ralph Elster, di axaftina xwe de got ku Newroz ne tenê cejne her weha mîrasekî çandê ye jî. Ralph Elster axaftina xwe weha dewam kir:

“Festîwala Newrozê bi sedema sala nû ya Kurdaye, meclisa Kolnê ji dil û can silavên xwe bo we dişîne. Ciyê dilxweşiyêye ku bi hezaran Kurd li Almanya dicive û Newrozê pîroz dike. Bo temamê gelan aştiyê, bo xelkê Kurd azadiyê û serxwebûnê dixwazim. Wekî bajarê Kolnê em bo we, bo malbatên we dilxweşî, tenduristiyê û saleka tije aştiyê dixwazin.”

Şaredarê Kolnê Ralph Elster behsa Newrozê û cejnên din yên di baharê de tên pîrozkirin kir ku çawa dişuhibin hev û behsa têkiliyên di navbera wan de kir û Cejna Paskalyayê mînak da. Ralph Elster, weha dewam kir:

“Îro, ew agirê Paskalyayê ku em dizanin, esas xelkê Almanya 2500 sal berê bo hatina Baharê pîroz bikin, yek ji wan agiran tê. Agirê Newrozê li hemberê dagirkeran remza berxwedanê ye. Nîşana yekîtiya Kurdan û mildana civakiye. Nîşana avakirina Kurd ya demokrasiyêye ku werin cem hev û dahatûya xwe destnîşan bikin.”

Pîrozbahiya Newrozê heya derengê şevê bi muzîk, aheng û kêfê dewam kir.