Sûriye seha hewayî ji bo balafirên Rûsyayê yên sîvîl vekir
PeyamaKurd – Serokê serwîsa hewageriya sîvîl ya Sûriyê Basem Mansur ragihand ku Sûriyê destûrê daye balafirên sîvîl yên Rûsyayê da sehayê bikarbîne. Mansur, ji bo ajansa RIA Novostiyê weha got:
“Serwîsa Sîvîl ya Hewageriyê ya Rûsyayê ji bo balafirên Rûsyayê yên sîvîl derbasî seha hewayî ya Sûriyê bibin seredana me kir. Hukumeta Sûriyê yekser îznê da wan. Me ji Rûsyayê daxwaza cedwela korîdora hewayî ya balafiran kir û em li benda wan in. Ew di nav hêza ewlehiya firê de ne.”
Heya niha balafirên Kibris, Iraq, Lubnan û Urdunê dikarin seha hewayî ya Sûriyê weka transît bikarbînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin