Venezuela balafira ku ket seha wî ya hewayî xist
PeyamaKurd – Artêşa Venezulayê balafira ku ji Meksîkayê bi hewa ket û kete seha hewayî ya Venezuelayê, ji ber sîstema Venezuelayê ya hewayî balafirê weka dijmin qebûl kir, xist. Hat ragihandin ku delîl ketine dest ku balafir ya kesên ku maddeyên hişbir û sîlihên qaçax difroşin.
Fermandarê FANBê general Domingo Larez Hernandez ragihand ku piştî balafir ketiya seha Venezuelayê, ji radarê wenda bûye, ji bo nê zanîn cihaza bêtêlê û ya ku ciyê wê nîşan dide girtiye. Piştî balafir berê xwe daye ser sînorê Kolombiyayê ku li wê derê rast hene xwe lê deynin, hatiye xistin.
General Hernandez her weha gotiye ku di dest de delîl hene ku di balafirê de çek û maddeyên hişbir hebûne. Di balafirê de çend kes hebûne nehat zanîn.
Venezuela îsal 34 balafirên weha xistiye û ji sala 2012an heya niha bi temamî 357 balafirên weha xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin