Bîlançoya dawî ya serê Ûkrayna û Rûsyayê: 14 hezar lesker hatine kustin...
PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê di roja 22yemîn a êrîşa dagirkirinê ya artêşa Rûsyayê de, ragihand ku ji 24ê Sibatê heta niha 14 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin.
Herwiha ji aliyê artêşa Ûkrayna ve hatiye diyarkirin ku Rûsyayê ji destpêka êrîşa xwe ve 86 balafir, 108 helîkopter û 444 tankên xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya artêşa Ûkrayna 1435 wesayîtên leşkerî, 201 top, 72 roketavêj û 43 sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî jî hatine têkdan.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 3 tekne, 60 tankêrên sotemeniyê û 11 balafirên bêmirov ên rûsî hatine ruxandin.
Li aliyê din artêşa Rûsyayê jî ragihandiye ku wan li Ûkraynayê di 24 saên dawî 46 binesaziyên leşkerî îmha kirine û herwiha heta niha 181 balafir û helikopter, 172 balafirên bêmirov, 170 roketavêj, 1379 tank û wesayîtên din ên leşkerî, 133 sîstemên berevaniya balafiran, 514 topavêj û 1168 otomobîlên taybet ên leşkerî tune kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin