Bîlançoya dawî ya serê Ûkrayna û Rûsyayê…

14 March 2022 00:52 0 dîtin
Bîlançoya dawî ya serê Ûkrayna û Rûsyayê…

PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky cara yekem windahiyên leşkerî yên welatê xwe di rûbirûbûna êrîşên artêşa Rûsyayê de eşkere kirin.

Zelensky eşkere kir di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de hezar û 300 leşkerên wan hatine kuştin û Wezareta Berevaniyê ya Ûkraynayê jî ragihandiye ku zêdetirî 12 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Zelensky îro 13ê Adarê roja Yekşemê ragihandiye ku wan di korîdorên mirovî de 125 hezar kes ji nav qadên şer derxistine û niha ew hewl didin, alîkariyan bigihînin bajarê Marîpolê ku di bin dagirkeriya Rûsî de ye û şaredarê wê jî hatiye dilgirtin.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê daye xuyakirin, heta niha zêdetirî 12 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin, zêditirî 350 tank, 80 helîkopter, 125 topavêj, 1150 otomobîlên veguhestina leşkeran û nêzîks 60 balafirên şer ên Rûsyayê hatine têkşikandin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî daye xuyakirin ku ji roja 24ê mehê ango ji destpêka êrîşê ve, 99 balafir, 128 dron, 1194 tank û zirxpoş, 121 moşekavêj û 443 topavêjên Ukraynayê hatine têkşikandin.

Herwiha Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro Yekşemê gotiye, hêzên wan nêzîkî 14 kîlometreyan li nav Ûkraynayê pêş ketine û çar bajar jî li Donbasê kontrol kirine.