Ji artêsên Ûkrayna û Rûsyayê bîlançoya serê 15 rojan

10 March 2022 20:35 0 dîtin
Ji artêsên Ûkrayna û Rûsyayê bîlançoya serê 15 rojan

PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê ragihand ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê ango ji 24ê Sibatê heta 10ê Adarê, zêdetirî 12 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin.

Li gorî amarên artêşa Ûkraynayê belav kirine; 49 balafirên şer ên û 81 helîkopterên rûsî heta niha hatine xistin, 1105 wesayîtên leşkerî, 123 pergalên topavêj, 56 pergalên moşekan û 29 pergalên berevaniya asmanî hatine ruxandin.

Herwiha 526 otomobîlên leşkerî, 3 tekne, 60 wesayîtên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov ên Rûsî jî hatine têkdan

Li aliyê din Rûsyayê jî diyar kiriye ku 2 hezar û 911 binesaziyên leşkerî yên Ûkraynayê hatine ruxandin, 97 balafir, 107 balafirên bêmirov, 141 sîstemên berevaniyê, 86 stasyonên radarê, 986 tank û wesayîtên zirxî, 107 sîstemên moşekbaranê, 368 obus û topên hawin û 749 otomobîlên taybet ên leşkerî hatine têkdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşên Rûsyayê de heta niha li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî gelek cihên sivîl hatine bombebaran kirin û bi sedan sivîl jî hatine kuştin ku herî dawî şeva borî li bajarê Marîpulê nexweşxaneyeke zarokan û ducaniyan hatibû bombekirin.