NATO û Ûkraynayê plansaziya serê bi Rûsyayê re kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov ragihand ku Serfermandarê Giştî yê yê nû yê Ûkraynayê Oleksandr Sirsky planên leşkerî yên welatê xwe ên 2024an bi fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar ên NATO yên Ewropayê re parve kiriye.
Umerov got ku wî û General Sirski bi fermandarên NATOyê re "hevdîtinek zelal û gring" pêk anîne.
Umerov di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de wiha got: "Min bi Serfermandar Sirski re, bi hevkarên xwe yên nêzîk Serfermandarê Hêzên Çekdar ên NATOyê yên li Ewropayê General Christopher Cavoli û Fermandarê Koma Alîkarî û Ewlehiyê yê li Ûkraynayê Serartêş Antonio Aguto re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtineke zelal û gring bû. Me planên xwe yên leşkerî yên 2024an nîqaş kir. Serfermandar gringiyan vegot."
misogerkirina dewriya leşkerên me yên li eniya şer
Li gorî plana leşkerî ya Kîevê ya ku ji alî karbidestên payebilind ên parastinê ve hatiye ragihandin, çend mijarên pêşekî; optîmîzekirina binesaziya hêzên çekdar, zêdekirina asta perwerdekirina artêşa Ûkraynayê, zêdekirina personel a lîwayên heyî, avakirina lîwayên nû û dabînkirina domdar a pêdiviyên şer ên amûr û çekan in.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Mijareke din a gring jî misogerkirina dewriyeyên leşkerî yên li eniya şer e."
Serkirdeyan her weha "zêdebûna berdewam a samanên ES [şerê elektronîk] ji bo jinavbirina metirsiya dronên dijmin nîqaş kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin