Ji Ukrayna amadekariya serê Rûsyayê: Gelek tank bo xeta sînor hatin sandin
PeyamaKurd – Piştî zêdebûna tevgera leşkerî û aloziya li herêma Donbas a rojhilatê Ukraynayê, rêveberiya Kîevê hejmarek zêde tank şandin xeta sînorê Rûsyayê.
Ukraynayê beriya niha jî ragihandibû ku ew ji bo rûbirûbûna şer amade ye û NATO jî piştevaniya Ukraynayê dike.
Di dîmenên hatine belavkirin de, Ukraynayê bi trênan sewqiyata tankan bo sînor dike.
Li gorî dîmenan tankên têne şandin cureya T-72 ne ku li herêmê têne bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin