Almanya: Em bi NATOyê re ji bo serê Rûsyayê amadekariyan dikin
PeyamaKurd - Piştî di çapemeniya Ewropayê de angaştên ku "Rûsya amadekariya êrîşa li ser welatên NATOyê dike" hatin kirin, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius got: "Divê artêşa Almanyayê li hemberî egera êrîşeke Rûsyayê xwe amade bike."
Pistorius, li ser vê mijara ku piştî di çapemeniyê de derket pêş, li Ewropayê bû rojev, daxuyaniyekê da.
Pistorius di daxuyaniya xwe de divêtiya ku 'Almanya û NATO, li hember her egera gefeke Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî qewîtir û amadetir bikin' destnîşan kir û got: "Em nizanin wê kengê tiştekî wiha çêbibe û em niha bi hevalbendên xwe yên NATOyê re amadekariyên xwe dikin."
Boris Pistorius anî ziman ku divê Almanya bi çekkirina xwe ya leşkerî bandora xwe ya astengkirina egera êrîşeke wiha zêde bike û got: "Eger Rûsya êrîşî welatên Baltikê bike, divê bi hezaran leşker ji bo bersivdayîna wê amade bin."
Wezîrê Alman her wiha destnîşan kir ku niha Rûsya, li Ûkraynayê şerekî didomîne û diyar kir ku ew ne li bendê ye ku di dema domandina şerê li Ûkraynayê de Rûsya dikaribe li dijî NATOye êrîşeke wek tê gotin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin