Serokwezîrê Almanyayê 3 prensîbên bo serê Ukrayna-Rûsyayê eskere kir

29 January 2023 16:34 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê 3 prensîbên bo serê Ukrayna-Rûsyayê eskere kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştevaniya welatê xwe bi Ukraynayê dubare kir û got, armanca wan astengkirina berfirehkirina sînorên Rûsyayê ye û 3 prensîbên rêveberiya Almanya bo şerê Ukrayna-Rûsyayê eşkere kir.

Scholz destnîşan kir ku armanca wan zelal e û ew jî nehiştina berfirehkirina sînorên Rûsyayê bi rêya bikaranîna hêzê ye.

Serokwezîrê Alman herwiha da zanîn ku ew dê alîkariyên mirovî, darayî û leşkerî bo Kîevê berdewam bikin û diyar kir 3 prensîbên ew ji bo piştevaniya Ukrayanyê pabendî wê ne, hene ku ew jî wiha ne:

“Yekem; Wê Meclîsa Federal dabînkirina alîkariyên mirovî, darayî û leşkerî bo Kîevê berdewam bike.

Duyem; Wê Berlîn rê nede ku pevçûn gur bibin û NATO tevlî şerekî dijî Rûsyayê bibe.

Sêyem; Wê rêveberiya Almanya derbarê nakokiyên li Ukraynayê nirxandinên xwe bike û bi hevpeymanan re tevbigere.”