Serokwezîrê Almanyayê: Rûsya wê di serê xwe yê li Ukrayna de bi ser nekeve

27 May 2022 10:58 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê: Rûsya wê di serê xwe yê li Ukrayna de bi ser nekeve

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bi daxuyaniyekê diyar kir, Rûsya wê di şerê xwe yê li Ukrayna de bi ser nekeve û serokê Rûsî Vladimir Putin divê bo peymaneke aştiyê tu şertan nede pêş.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz do di daxuyaniya xwe ya li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê ya Swîsre de eşkere kir: “Divê Putin di şerê xwe de bi ser nekeve û ez di wê baweriyê de me ku ew ê bi ser nekeve.”

Serokwezîrê Almanî da zanîn, îhtîmala girtina tevahiya Ukrayna niha ya ji destpêka şer dûrtir xuya dike.

Scholz ramana ku bihêle Putin şertên peymanê diyar bike red kir û got:
“Aştiya bi darê zorê wê pêk neyê, Ukrayna vê qebûl nake û em jî qebûl nakin.”

Herwiha Scholz destnîşan kir, Putin gava ku qebûl bike di şer de nikare bi ser keve, tenê wê demê îhtîmal e ku ew bikaribe danûstandinan bi rengekî cidî bike.

Di berdewamiyê de diyar kir, berdewamkirina piştgiriya welatên Rojavayî ji bo Ukraynayê girîng e.


Scholz eşkere kir, Almanya wê heta dawîya sala 2022an derkirîna petrola Rûsî bi dawî bike û herwiha girêdaniya xwe bi gaza Rûsî kêm bike; bi hêvyîya qelskirina aborîya Rûsya û bi vî awayî jî astengkirina kanîna wê ya şerkirinê.