WSJ: Di serê Rûsya-Ukrayna de mîlyonek kes mirine

19 September 2024 19:45 0 dîtin
WSJ: Di serê Rûsya-Ukrayna de mîlyonek kes mirine

PeyamaKurd – Rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî, derbarê kuştiyên Ukrayna û Rûsyayê de nivîsek belav kir.

WSJê ragihandiye ku nêzîkî milyonek kes ji herdu aliyan di encama êrîşa berfireh a Rûsyayê de hatine kuştin yan jî birîndar kirin.

Li gorî texmîneke veşartî ya dewleta Ukraynayê ya destpêka vê salê hejmara leşkerên ukraynî yên hatine kuştin 80 hezar e û hejmara birîndaran jî 400 hezar e.

Li ser windahiyên Rûsyayê jî her çiqas texmînên cuda hebin jî tê gotin ku hejmara miriyan digihîje nêzî 200 hezarî û bi qasî 400 hezar jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihandiye ku ji destpêka şerê Sibata 2022yan û vir ve zêdetirî 6 mîlyon mirov Ukraynayê derketine û nifûsa giştî ya li herêmên di bin kontrola Ukraynayê de daketiye 25-27 mîlyon kesan.

Herwiha tê gotin ku temenê navînî yê leşkerên Ukraynayê jî niha 43 saliyê derbas kiriye.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê jî ji 17ê Îlonê ve 635 hezar û 880 leşkerên Rûsyayê li Ûkraynayê hatine kuştin, lê ev hejmar ne hejmareke piştrastkirî ye.