Serokê Rûsyayê: Almanyayê "sasitî" kir ku alîgiriya NATOyê kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi daxuyaniyekê diyar kir, Almanyayê "şaşitî" kir ku alîgiriya NATOyê kir.
Pûtî di daxuyaniya xwe de rexne li welatên Ewropî girt ji ber rawestandina projeya xeta gazê ya Nord Stream 2 ya ku piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hatibû rawestandin û got, di şerê bi Ukraynayê re de, rûbirûbûneke di navbera artêşa Rûsyayê û NATOyê de wê karesatê bi xwe re bîne.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn do 14ê Cotmeha 2022an li Astanayê daxuyaniyek da rojnamevanan û da zanîn, biryara rawestandina Nord Stream 2, biryareke Almanyayê bû. Pûtîn destnîşan kir ku Berlînê ji ber xatirê NATO û Ewropayê bi paşguhkirina berjewendiyên neteweyî yên Almanyayê xeletiyek kir.
Herwiha Pûtîn li ser rawestandina Nord Stream 2 eşkere kir: “Welatî, bazirgan û aboriya Almanyayê wê berdêla vê xeletiyê bidin ji ber ku encamên aborî yên neyînî ji bo tevahiya herêma Euroyê peyda kir.”
Pûtîn bawer dike ku Rûsya bi êrîşa li ser Ukraynayê "her tiştî bi awayekî rast û dirûst dike."
Di berdewamiyê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand, rûbirûbûneke rasterast a di navbera hêzên NATO û leşkerên Rûsyayê de wê bibe "karesateke cîhanî".
Herî dawî Pûtîn destnîşan kir, ew ji êrîşa welatê xwe ya li ser Ukraynayê ne poşman e û hişyarî da ku korîdorên însanî yên ku ji bo veguhestina dexlûdana Ukraynayê hatine vekirin, heger were dîtin ku ji bo "çalakiyên terorîstî" têne bikar anîn wê werin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin