Bandora Serê Rûsyayê li Moskowê dike: 200 hezar kes bê kar man
PeyamaKurd-Piştî destpêkirina şerê Rûsyayê yê li hember Ukraynayê, kompaniyên rojavayî ji Moskowê vediqetin. Hat zanîn ku ji ber vê veqetînê, 200 hezar kes bê kar mane.
Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobianine ragihand ku plana alîkariya ji bo kesên bê kar mane, hatiye qebûlkirin. Li gorî plana alîkariyê, dê 3,6 milyar ruble ango 38 milyon Euro alîkariya darayî ji bo wan kesên bê kar bê kirin.
Sobianine da zanîn ku kêmkirina hewcedariya dermanan a ji welatên din jî di nav plansaziya wan de ye. Sobianine bi berdewamî got ku di vî warî de xebateke girseyî li benda wan in û encamên van xebatan dê di salên pêş de werin dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin